Sepetim (0) Toplam: 0,00
%25
Carek Ji Caran Yasemin Elban

Carek Ji CaranÇirçiroken Şevbuherkan

Liste Fiyatı : 28,00
İndirimli Fiyat : 21,00
Kazancınız : 7,00
9786257304061
611414
Carek Ji Caran
Carek Ji Caran Çirçiroken Şevbuherkan
21.00

Çîrçîrok, dinyaya xeyalan rengûreng û dewlemend dike. Zarok bi vegotin û xwendina çîrçîrokan, peyvên nû hîn dibin, bi zimanekî dewlemend dikarin bi rêk û pêk xwe îfade bikin. Hêza raman û hestên xwe bi çîrçîrokan dimelînin û dikemilînin. Hunera hizirkirina jiyana nedîtbar bi çîrçîrokan geş dikin. Pêwîste ku hemû dê û bav ji zarokên xwe re çîrçîrokan vebêjin an jî bixwînin. Bi vegotin û xwendina çîrçîrokan di navbera dê, bav û zarokan de danûstandineke germ û bi dil û can çêdibe. Di vê pirtûkê de20 çîrçîrokênKurdî hene.

Kêç û Mûrî
Carekê cebarekê,
Xwedê û pêxember qerarekê,
Kûsî rabû ser serê darekê.
Erd hejiya dar leqiyan,
Kûsî ket her du çavên wî rijiyan.
Kûsî kete gelek gemiyan,
Li dinyayê geriya, li behra reş wergeriya,
Mişk û mar li hev civiyan.
Hinekan go “axiriya dewrê ye.”
Hinekan jî go “na ne axiriya ne dewrê ye,
Gurmegurma mîrkuta qîza kurê kerê ye.”

Kapat