Sepetim (0) Toplam: 0,00
9786257978590
733972
Çiroken Gule (20 Kitap Takım)
Çiroken Gule (20 Kitap Takım)
150.00

20 pirtûkên zarokan yên ku ji serboriyên GULê pêk tênê.
Bi Kurdî-Kurmancî û Kurdî-Kirmanckî (Zazakî) ne.
JI BO ZAROKÊN KU TEMENÊ WAN DI NAVBERA 0-90 SALÎ DA YE
SEBA QIJLEKÊ KE 0-90 SERRÎ YÊ EMEYO HADREKERDENE......

NIVÎSKAR | YAZAR
Keremo, (Kerem Tekoglu) di sala 1984an da li Farqîna Amedê li gundê Cano tê dinê. Piştî dibistana seretayî ji pirsgirêkên siyasî yên herêmê û yên malbatê nikare xwendina xwe berdewam biike. Di 15 saliya xwe de weke penaber tê bajarê Stenbolê. Li gelek deveran perwerdehiya şanoyê dibîne, piştre li gelek devaran perwedehiya şanoyê dide. 3 lîstikên wî yên şanoyê hêjayî xelata yekemîn tên dîtin. Di damezrandina 11 saziyên çand û hunerê de cih digire. Li gelek qenalên televizyonan yên Kurdî gelek bername çêdike û pêşkêşvaniya wan dike. Hinekan bixwe, hinekan jî di amadekirina wan da cih digire. Derhêneriya dublaja gelek sînemayên dinyayî dike û vedigerîne Zimanê Kurdî. Di gelek radyoyên Kurdî da bernameyên helbest û danasîna navdarên Kurda çêdike. Nivîs û helbestên wî di gelek kovar, rojname, û malperên Kurdî de hatine weşandin.
BERHEMDARÎ
Pirtûkên wî
* Êş û Evîn (Helbest)
* Ferhenga Hiqûqî (Kurdî-Tirkî)
* Seta Çîrokên Gulê (20 Pirtûk)
Belgefimên wî
* Dengên Veşarî (Sengbêjî)
* Şûr û Qelem (Hikmet Bozçali)
* Şûr û Qelem (Yaşar Kaya)
* Şûr û Qelem (İbrahim Gurbuz)
* Şûr û Qelem (Damezrandina enstituya Kurdî ya Stenbolê,)
* Şûr û Qelem (Damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya)
* Şûr û Qelem (Damezrandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî)
* Radyo Jiyan û 11 Ziman
* Qulingê Birîndar (Seyadê Şame)
* Dîno (Asaf Koçak)
* Humanist (Şevket Epözdemir)
* Şeva Reş
* Êşa Ziman
* Agirî
* Ked
* Kurtefilmên Wî
* Birçî
* Berxika Min
* Wijdan

Kapat