Sepetim (0) Toplam: 0,00
9786257559416
768451
Destana Ferhad Koçer
Destana Ferhad Koçer
30.00

Min divê di serî de hestên xwe ez birêjim
Li ser êlên koçeran ez çend bendan bibêjim

Paşê bikevim nava cîhana kul û derdan
Bikim behsa lehengan hem bêbext û nemerdan

Jiyan diherike wek robaran pêl bi pêl in
Koçer di nava xwe de gelek 'eşîr û êl in

Koçerî tevgereke xwedî çandek bihêz e
Jiyana wan bi giştî li ser heywên û pêz e

Ji çerxa dîrokê ve xwedî rêz û edet in
Nirxên civakî li cem wan gelek birûmet in

Havînan berê êlan didane ber bi zozan
Zivistanan dihatin li ser wargeh û kozan

Koçerên li Bohtanê ew du federasyon bûn
Qesr û xan û malên wan sitûn û çît û kon bûn

Kapat