Sepetim (0) Toplam: 0,00
9786257383127
744609
Hikayeted Kurmanci
Hikayeted Kurmanci
40.00

Mela MehmûdêBazîdî zanayekî Kurd ê dîrokzan, zimanzan, kulturzan, wergêr û berhevkar e. Ew xudan xizmeteka mezin e di warênivîsîn û darêjtin û parastina berkar û berhemên Kurdî de. Wî hejmareka baş ji berhemên klasîkên Kurdî û vegêranên gelêrî û babetên zimanî û ferhengî û dîrokî li dû xwe hiştine.

Yek ji wan berheman jî ev kitêba wî ya Hîkayetêd Kurmancî ye ku ji 84 hîkayetan pêk hatiye û heta niha wek pirtûk çap nebûye. Ev hîkayetana kurt in, lêbelêxudan-naverok û derbirînên tijî pend û serboriyên berkeftî û hêja ne. Hindek serhatî ji dîroka şexsiyetan hatine wergirtin, hindek li ser zarêheywanan wek hevpeyvîn û hindek jî ji ketwarêserdemaBazîdî bi xwe, yan ji vegêranên gelêrî yan jî ji edebiyatacîhanî hatine wergirtin.

Piştî pêşgotina vê kitêbê û latînîzekirina wê, li dawiyê, destxeta wê jî bi awayekî rengîn hatiye bicîkirin.

Kapat