Sepetim (0) Toplam: 0,00
9786057031501
734250
Karibaren Gele Kurd
Karibaren Gele Kurd
25.00

Endamê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanê Ahmedê Hepo ev xebata xwe li ser heşt beşên sereke ava kiriye: Di beşa yekem de beyt-serpêhatiya mêrxasê kurd Eliyê Xarziya heye û bi terzê dengbêjan hatiye tomarkirin. Di beşa duyem de çîroka bi navê Dundulçûk heye ku hiinekî dişibihe çîrokek ji Çîrokên Hezar û Yek Şevê. Kilamên mêrxasiyê yên bi navên “Îsmayîl Axa”, “Elîko Lawo”, “Kekê Nisret”, “Tahar”, “Kekê Ewlo”, “Heydero Lawo”, “Elîngo Lawo”, û “Hamê Mûsê” di rêza sêyem de cih digirin. Herwiha di beşa kilamên evîntiyê de jî stranên “Kalê û Du Keçik”, “Qazî”, “Domam”, “Heso û Xanim”, “Jina Çê” û “Hecî Nûrî” valahiyeke berbiçav dagirtiye. Di tevahiya berhemê de 185 dilok hene ku her yek ji ya pêşiya xwe xweşiktir e. Çil pêkenîn û şîretên berhemê çêjeke taybet didine wêjeya kurdî; hem rûyê mirovî geş dikin hem jî hişê guhdarî kaşî nava deryayeke ramanê, ibretgirtinê dikin. Nivîskarî tenê numûne berhev nekirine; herwiha derbarê nirxandina numûneyên folklorî de jî du gotarên lêkolînî amade kirine. Di beşa “Hêjaya karîbarên gel di çi da nin?” de berhevkarî hewl daye ku tekstên tomarkirî û bihîstinên xwe bi rêbazeke wêjeyî binirxîne. Mirov dikare gotarên “Nîgara Jina Kurd Nava Beyt-Serpêhtiyan da” û “Nîşana Mêrxasiyê” wekî du xebatên zanistî binirxîne ku lêkolînerî ji gelek çavkaniyan sûd wergirtiye. Di dawiya berhemê de beşa nivîsarnasiyê heye ku bîbliyografyaya salixdarên nivîskarî tê de hatine destnîşankirin.

Kapat