Sepetim (0) Toplam: 0,00
9789188333568
724759
Kerpiç
Kerpiç
20.00

Tev ji hal ketibûn Yên birîndar perîşan bûn kef bi ser devê wan ketimbû û diperipitîn. Mirî û birîndarên xwe rakirin û ber bi kolonîyê ve meşîyan.

Gelek bedel dabûn, lê qehremanîyek mezin dabûn nîşandan û di dîroka mişkan de rûpelek nû vekiribûn. Xof û tirsa xwe kuştibûn. Qehremaniya ku li hember jîjû û mar dabûn nîşandan, wê dîrak wan bi tîpên zêrîn nexişandiba. Ji mişkên çolan heya miştên çolikan wê temamê miletê mişk wezayîya xwe bi wan aniban.

Agahî berî wan gîşîştibû kolonîyê. Li kolonîyê amadekiriyên pêşwaziyê hatin kirin. Qeşto, rûspî, kezîspî û tevekê şênîyan ew li ber deryê kolonîyê pêşwazîkirin. Dema ku ketin hundir, li kolonîyê bû qiyamet. Dengê stran û tilîlyan di korîdoran de alon da.

Kapat