Sepetim (0) Toplam: 0,00
9786057535719
718467
Komara Demokratik a Kurdistane
Komara Demokratik a Kurdistane
25.00

Komara Demokratîk a Kurdistanê, tevî ku ji heftê salan zêdetir dem di ser re derbas bûye jî wekî mijareke aktuel her tim di rojeva Kurdan de ye. Li gel vê rewşê jî agahîyên der bare wê de hê sererast nebûne û wekî çavkanî hê em diçin serî li çavkanîyên bîyanîyan didin. Ev berhem jî îtiraza vê rewşê ye. Li hemberî çewtî û hewldanên berevajîkirina rastîyan radibe û dibêje: Ez ê jî tiştekî bibêjim!

Nivîskarê ku wekî ciwanekî çalak beşdarî vê pêvajoyê û pêvajoya piştî wê bûye, berî ku qala Komarê bike paşxaneya nêzîk vedibêje. Hem polîtîkayên dewleta Îranê û hem jî nerazîbûnên Kurdan ên li hemberî van polîtîkayan. Rewşa aborî, civakî û sîyasî a Îranê û Kurdistanê radixe ber çavan. Rêxistina JÊKAF'ê ku aktora sereke a vê pêvajoyê ye, damezirandina Partîya Demokrat a Kurdistanê, daxuyandina Komarê, kes û komên ku tê de cî digirin, kar û xebatên ku hatine kirin û ên ku nehatine kirin an jî demê têr nekiriye, qelsî û kêmasîyên ku bûne sedema têkçûnê…

Taybetîyeke din a vê berhemê jî ew e ku nivîskar vegotineke req û rijî hilnebijartiye. Hinekî rewş bi rêya helbestan vegotiye. Bûyerên ku bandorê li jîyana gel a rojane dikin vedibêje.

Ên ku dixwazin der bare Komara Demokratîk a Kurdistanê/Mahabadê de gotineke cuda bibihîzin, fermo vê pirtûkê bixwînin.

Kapat