Sepetim (0) Toplam: 0,00
%25
Leqat Recep Dildar

Leqat

Liste Fiyatı : 34,00
İndirimli Fiyat : 25,50
Kazancınız : 8,50
9786057497772
511913
Leqat
Leqat
25.50

Ji ber we, gava Şex Seid Efendibere xwe da Diyarbekire ü denge Dimiliyan bilind bü gotin; “Prodo paşa çinyo.” Ev ji bo xelasiya ji bin zilm ü zora dewlete, ji min re ji bü heviyek. Şex Seîd Efendi li hemberi zilm ü zordarîye serî hildabü. Ji ber we hemü qaçax ü firaren dewlete tevli muriden Şex bübün ü bi halanen “Prodo paşa çinyo” ji her du helen Dîjleye ve ber bi başür ve dikişiyan. Ji wan qaçaxan yek je ji ez büm. Gotinen Şex wek şir ü şekir bün. Me ye xwe ji bin ve zilm ü zordestîye rizgar bikira. Edi em e bixwe bübûna xwedîye hikmat ü dewlete. Edi beg jî em bün, paşa ji em bün. Ma ji veya xweştir! Me ye bi kevirekî du-se qüç xera bikira ü di şüna qüçan de qesr ü qonax ava bikirana. Ji bo van xewn ü xeyalen xweş, em ji çiya daketin deşte ü qefle bi qefle gihan ber bedenen Diyarbekire.

Kapat