Sepetim (0) Toplam: 0,00
Leyla ü Mecnüna Sewadi Perwiz Cihani

Leyla ü Mecnüna SewadiJi Bo Xwendekaren Ziman ü Toreya Kurdi

Liste Fiyatı : 50,00
9786257734080
740183
Leyla ü Mecnüna Sewadi
Leyla ü Mecnüna Sewadi Ji Bo Xwendekaren Ziman ü Toreya Kurdi
50.00

Leyla û Mecnûna Sewadî yek ji berhemên herî girîng ên edebiyata me ya klasîk e. Ev pirtûk yek ji şaheserên kurmancî yên klasik tê hejmartin. Leyla û Mecnûna Sewadî di bara hunera toreyî û raçandin û teknîka çîrokê de di pileyeke bilind de ye. Leyla û Mecnûna Sewadî tijî ye ji ciwankariyên toreyî û peyv û biwêj û hevbendên toreyî, ku têgihîştina wan ne karekî hêsan e û hewceyî Şirove û lêkolînên akademîk e.

Lêkolînerê navdar ê edebiyata klasik Perwîz Cîhanî ev berhema giranbuha ji bo xwendevanên kurdî şirove kiriye û bi zimanekî zelal û hêsan pêşkêşî wan kiriye. Di gel şirove û kurdiya wê ya îro, metna wê ya resen a bi tîpên aramî jî di berhemê de cih digire.

Kapat