Sepetim (0) Toplam: 0,00
9786257085144
712554
Mewluda Nebi Heta Dawiya Jiyana Wi
Mewluda Nebi Heta Dawiya Jiyana Wi
30.00

Bêguman Xuda û ferişteyên xwe li pêxember dilovanî dikin-pesnê wî didin; gelî yên bawerî anîne! hûn jî bi dilovanî li serê bixwînin û baş lê silava bikin. (Ahzâb: ayet 56)

1.Destpêk

Dest pê dikim bi navê Xudayê mihrîvan
Xwedyê bêruh û temamê xweyê ruhan.
Hemd û pesnê xweşik û şîrîn ji can
Em didin bo te Xwudayê ins û can.

Tu birêjî ser nebiyê şehsuwar
Hem selat û tev selamê bêjimar.
Tu bibî razî ji me ya Reb eman.
Ehl û yar û hogirê wî her deman.

Em dixwazin çend kelam pêşkêş bikin
Da kelamê xwe'b Muhemmed xweş bikin.
Behsa jiyana Muhemmed em bikin.
Da nezan wextê bixwînin fêm bikin.

Da jiyana rêberê xwe em bizan
Em herin pê re û rêça wî biran.
Ger bixwazin emrê Xweda pêk bînin.
Ser Muhemmed hûn selatan pir bînin

Kapat