Sepetim (0) Toplam: 0,00
%20
Re u Reç Narin Yükler

Re u Reç

Liste Fiyatı : 18,00
İndirimli Fiyat : 14,40
Kazancınız : 3,60
9786059295857
625593
Re u Reç
Re u Reç
14.40

"Rê û Rêç"a Narîn Yuklera xelatgira Pêşbazîya Helbestan a Arjen Arî ya 2017'an ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.

Narîn Yukler (j. 1988) dengekî nû yê bedew ê helbesta nûjen a bi Kurdî ye ku bi vê berhema xwe ya bi Kurdî ya pêşîn ve bi gavine şidîyayî tê naverasta meydana helbesta bi Kurdî.

Ne cîyê şik û gumanê ye ku helbesta zimanê Kurdî ev bi sedan salan e her zindî ye û di serdema me de jî berê xwe dide asoyên dûrerêtir î nû. "Rê û Rêç"a Narîn Yuklera xelatgira Pêşbazîya Helbestan a Arjen Arî ya 2017'an jî di wê yekê de berdewam e û bi van helbestan ve di vê rêya dûr de rêçên kûr dihêle li pey xwe, bo xwînerên ku ruhên wan li ber helbesta berra perwerde bûne.

Weşanxaneya Lîs şanaz e ku "Rê û Rêç"a berhema Narîn Yuklera helbestkara nû ya girîng pêşkêşî xwînerên zimanê Kurdî dike, ew a ku dibêje:

"Hişyar bûm
min li xwe kir fanêrê herî tenik ê asîmanî
ewrekî rapêça ew kesê di hinavê min de
wê hingê yek şil bû
yekî vekir sîwana xwe
min nekarî bibarim
min kom kirin peyv ji cîyê lê rijîyayî
yekî devê merkaneyê girt"

Kapat