Sepetim (0) Toplam: 0,00
%15
Se Koçrewan Zerdeşt Cemal

Se Koçrewan

Liste Fiyatı : 25,00
İndirimli Fiyat : 21,25
Kazancınız : 3,75
9786059017817
469881
Se Koçrewan
Se Koçrewan
21.25

Sê Koçrewan, destana çîyayekî ye, çîya jî destana ehlekî
ji qelşên zinêr kişiyaye koka ehlê çiyê û darmazîyê
ji ber vê ye ev deyax û ev carrisî.

Êvar bi xew'v diçûn
Ez li pê diçûm

Xeyyam'ek û Heyam'ek
Pêrgî hev bûne li topografîya zemên
Zeman, êvar
Êvar, xirrûxalî
Heyam, rêyeke bixof î tarî
Xeyyam, şa'irekî meykêş î rêwî
Lewma cirra xwe venakî
Ji xefikên Epîka Modern û talûkeyên Destana Parodîk…

Zerdeşt Cemal vê carê berê me dide asêgeha destan-şi'êrê û şi'êr-destanê…

H.Kovan Baqî

“Xeyal bîr'ek kûr e” û helbestvan tê de li paşroj û Pêşroja xwe digere. Keldûmana bermahîyên ji ristên wî difure, şahidbûna - qeydkirina demê ye. “Koçrewan”e, ji bîr'a zarokek heya goristana wî; li paş û pêş şahîşînên e'mir kin. De bajo divê ji pênûsa xwe re; “Geh li Ser Xetê geh li Bin Xetê.” Zerdeşt, deriyê helbesta xwe Ji karwanên bê al û ji koçberên bê Welat re vekiriye. Ref digire bi Qulingên Koçrewan re, li xwe û li xwedê digerin. Berfo Bari

Kapat