Sepetim (0) Toplam: 0,00
%25
Si'bera Zeyno H. Kovan Baqi

Si'bera ZeynoSiya Valahiye

Liste Fiyatı : 13,89
İndirimli Fiyat : 10,42
Kazancınız : 3,47
9786052356289
492749
Si'bera Zeyno
Si'bera Zeyno Siya Valahiye
10.42

“Ji bo edebiyata H.Kovan Baqî, divê mere dakeve bin erdê û bide dûv ruhê mirîyan. 265 Di vê meşê de pênûsa KovanDînizm berê me dide gerdûna kaotîk a Kurmancî û derîyê afirîneriyê bi şêwazeke nû li me vedike. Û ev derî hezar deriyên dî vedike. Û her derîyekî dî hezar derîyên dîtir vedike. Û vebûna derîyan her berdewam dike. Di navbera KovanDînizm û KovaNizm de pirek heye; alîyekî pirê digihîne bêsînorîyê û aliyê din digihîne abaDînîyê.”

[Yildiz Çakar]

“H. Kovan Baqî, serdemeke nû di edebiyatê de daye dest-pê-kirin, ku sînor û bêsînoriya wê bi gotinan hatiye danîn; yanê sînor û bêsînoriya vê edebiyatê, jiHiçbûneke bêserî digihîne HÎÇbûneke bêbinî.”

[Asya Dawid]

“Ji bo çavên ku dikarin bibihîzin, guhên ku dikarin bibînin, ruhên ku dikarin bipelînin metnên Kovan cîhanên mezin in ku ji giroverika hundirê 0'ê dizên û ji îroxwe digihînin do, ji do xwe digihînin pêr, ji pêr xwe digihînin pitir pêr û ji helbestê digihînin çîrokê ji çîrokê digihînin efsaneyê ji wê digihînin destan û romanê ûantîromanê û dîsa vedigerin di hundirê 0a xwe de rûdinên an jî îluzyoneke werê çêdikin...”

[Umran Aran]

“Dikare bê gotin ku bi ezmûnên modernîst re gelek berhemên ecêb, metnên li dijî adetên edebî derketin. Heta hinek jê seba ku pêwendiya navbera bûyeran pirr sist e, ne diyar e ka xwediyê rêzebûyerekê ne an na. Mesela Ulyssesa Joyce, Kara Kitapa Orhan Pamuk, Kapanda Üç Kaplana Cabrera Infante, di edebiyata kurdî deHeteroglossîaya H. Kovan Baqî…”

[Ramazan Alan]

Kapat