Sepetim (0) Toplam: 0,00
%22
Tir U Armanc Remezan Alan

Tir U Armanc

Liste Fiyatı : 22,00
İndirimli Fiyat : 17,16
Kazancınız : 4,84
9786058538740
480473
Tir U Armanc
Tir U Armanc
17.16

Edebiyata kurdî ya modern, ya ku ji nîvê yekê yê sedsala bîstan ve bi rê ketiye, ev du dehsalên dawî ne di geşedaneke berçav re derbas dibe. Tîr û Armanc hewlek e ji qada Lêkolînên Kurdî an Kurdolojiyê ve ji bo têgihiştina paşxane û dînamîkên heyî yên vê geşedana edebiyata kurdî ya modern. Heşt gotarên rexneyî yên vê koleksiyonê, ku ji aliyê vekolerên edebiyata kurdî yên li zankoyên welat û derve ve hatine nivîsîn, bi nêrîna dîsîplînên rexneya edebî, antropolojî û zimannasiyê dikevine dû pirsên pênaseyî, naverokî û zimanî yên edebiyata kurdî.

Tîr û Armanc, tevî kêmasiyên xwe, namzed e ji bo vîtrîna rexneya edebî ya kurdî ku ev çend sal in daye pey nasnameyeke akademîk. Hêvî ew e ku bibe zemînek ji bo pêşketina rexneyeke akademîk; lewre ew teyaqûz û hişyariya ji gotarên vê koleksiyonê dipengize, pariyek jî ji taybetiya wê xwendina akademîk tê. Tîr û Armanc her wiha wek nîşaneyeke çalakiya zimanî jî balkêş e, anku wek nîşaneya derbasbûna ji xwendina şexsî ya berhemên edebî bo rexneyên dûvedirêj ên li ser berhemên edebiyata kurdî. Diyar e dem, dema rexneyê ye.

Kapat