Sepetim (0) Toplam: 0,00
9786257978606
721432
Xuvana Awiran
Xuvana Awiran
16.00

porê te
bi bawerzîna bayê
di dergûşa rû-esmanî re ta bi ta berba dibû
bi çav û burîyên te yên reqsokî
har dibûn lêvên min yên lerizok
diewiqîn çavên min li çavên te yên kildayî
di xunava awirên te yên kewserî de
wêran dibûm ez…
gulîyên marqemerî xwe bi ser bejna qelemî ve berdabû
di guhên min de kurepista gulên gulanê
hesûdîya kenê te dikirin ji min re
min nedixwest gavan biavêjim
li ber kenê te yê biharî
rûnexşên ji ser rûyê te
dilbijînek mest li bedena min dikirin

Kapat