Sepetim (0) Toplam: 0,00
%25
Zemar Ercan Doğan

Zemar

Liste Fiyatı : 15,00
İndirimli Fiyat : 11,25
Kazancınız : 3,75
9786057957627
676446
Zemar
Zemar
11.25

Vê gavê
Di dawîya vê şeva quzilqurzi de
Bi tena serê xwe ma me
Û ker û lal im! Û bê mal û hal im

De li min eman!!
Her yazdeh hêsirên têr-êş
Arînan li dilê min didin
Û tên di vê bedena lawaz de ziwa dibin

Vê gavê
Yazdeh tîrên ku bi êşa salan meya ne
Û ji kevana çavên dayîkan filitîne
Hatine di zozanên singa min de çikîyane

Loma çav li rê me
Û wextê çûnê ye êdî
Lê mixabin, lê çi heyf
Ku di xatirxwestinê de jî xêr nemaye êdî

Û vê gavê
Ji nav lêvên min î lerzok
Bêjeyên melodramekê dirijên
Bi ser hewar û gazîya min ve

... Wez nemînim, nemînim
Wax lo li min wez nemînim...!

Kapat