Sepetim (0) Toplam: 0,00
Mem u Zin (Sarı Kapak) (Ciltli) Ehmede Xani (Ahmed-i Hani)

Mem u Zin (Sarı Kapak) (Ciltli)Şirove u Kurdiya İro: Jan Dost

Liste Fiyatı : 60,19
9786055585426
398962
Mem u Zin (Sarı Kapak) (Ciltli)
Mem u Zin (Sarı Kapak) (Ciltli) Şirove u Kurdiya İro: Jan Dost
60.19

Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin. Jixwe herfên latînî hîn nehatibûn meydanê û her kurdekî dikaribû Mem û Zînê bixwîne û kêm zêde jê fam bike. Lê piştî tevgera kulturî, êdî hêdî hêdî kurd dûrî klasîkên xwe çûn û her ku çû ji mîratê xwe yê wêjeyî qut bûn. Pêşketina zimanê kurdî û bizavên nivîsandina bi kurmanciya paqij ev qutbûn bêtir bi cih kir û êdî ew peyvên di berhemên klasîk de ku nîşana ciwaniya wan berheman û şarezayî û hostetiya nivîskarên wan bûn, bûne kelem li ber fêmkirin û têgihiştina wan berheman. Mem û Zînê jî ji cûreyê tekstên ku girtî ne û herkes niha tê nagihîje. Ji ber vê yekê pêwistiya şîrovekirina vê tekstê hebû. Ev xebat ji bo ku Mem û Zîn bi hêsanî li ser zimanan bigere û bîr û bawerî û hizrên Xanî zindî bimînin hatiye meydanê. Em hêvîdar in ku ev xebat bibe pireke xurt di navbera xwendevanên îro û Ehmedê Xanî û berhema wî de.

Kapat