Sepetim (0) Toplam: 0,00
Pira Navbera Axreşke u Şexan Bro Omeri

Pira Navbera Axreşke u Şexan

Liste Fiyatı : 25,00
9786055279943
462741
Pira Navbera Axreşke u Şexan
Pira Navbera Axreşke u Şexan
25

Kitêba Bro Omerî ya nû “Pira Navbera Axreşkê û Şêxan“ di nav weşanên Avesta de derket. Kitêba bîranînan ji du beşan pêk tê. Beşa yekem li ser nivîskar û derdora wî ye, beşa duyem ji xatirayên wî yên li ser Musa Anter pêk tê.

Rûpelek ji dîrokê

Piştî amadehî û ewlekariya rê û çûnê, ew, Xelîlê Osê û mehkûmekî bi navê Evdilkerîmê Xenodurê, digel desteyek leşker bi rê dikevin, berê xwe didin xopana bajarê Amedê, riya çûn û nehatinê. Dema digihîjin pira navbera Axreşkê û Şêxan, ew pira bi nav û deng, mîna gelek cih û mexterên li Kurdistanê ku gelek ciwanmêr û kurê bavan ji layê leşkeran ve bi înfaza bêdaraz dihatin kuştin; ew pira ku bi xwîna serok, rêber û şêxên kurdan û hem jî ji ber şerm û fediya wê dîroka xwe sor bûbû. Leşker li ber pirê radiwestiyan, ji mehkûman re digotin: “hûn herin, emê bi pey we de werin!” Dema digihîjtin ser pirê dihatin gulebarankirin.

Kapat