Sepetim (0) Toplam: 0,00
9786257253505
738017
Şinşem
Şinşem
26.00

Çawa be ezê bimrim

Çawa be ezê bimrim
Ewê neyê bîra min navê ti kesî
Tarî wê bikeve erdê piştî çûna min

Çawa be ezê bimrim
Ezê tî û birçî bim ji we re çi
Çavşînê wê neyê ser gora min

Çawa be ezê bimrim
Li wir weka siya xwe ezê bi erdê re biçim
Êşa min jî wê nebe îsqata min

Çawa be ezê bimrim
Ezê zor nedim xwe ji bo rojeke din
Wê hew bê pirsîn bêdengiya min

Çawa be ezê bimrim
Wê birize can û bedena min
Wê nebe xem kêlika li ber serê min

Kapat