Reya Xelasiye Rayire Xelasiye - Kurtuluş Yolu

Stok Kodu:
9786059413831
Boyut:
13.50x21.00
Sayfa Sayısı:
288
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2021-09
Kapak Türü:
Ciltsiz
Kağıt Türü:
2. Hamur
Dili:
Türkçe Kürtçe Zazaca
45,00
9786059413831
749254
Reya Xelasiye
Reya Xelasiye Rayire Xelasiye - Kurtuluş Yolu
45.00

Şêx Selaheddîn Efendî (1906-1979), sala 1906an li gundê Qolhîsarê ku li ser Xinûsa Erzirûmê ye hatiye dinê. Kurê Şêx Seîdê Palewî ye. Şêx Seîd Efendî bi navê Eyşe, Xeyriye, Ezîze, Fatma, Fehîme pênç keçên wî; bi navê Elî Riza, Xiyaseddin, Selaheddîn, Ehmed, Ebdulxaliq û Xalid Sebaheddîn jî şeş kurên wî hene.
Perwerdehiya xwe ya ilmî ji birayê xwe Şêx Elî Riza Efendî girtiye.

Dema Şêx Seîd şehîd dibe 18 salî bûye. Piştî serhildana Şêx Seîd, 300 kes derbasî Îranê dibin. Di nav wan de Şêx Selaheddîn Efendî û hinek eqrebayên wî jî hene. Li Îranê di navbera wan û leşkerên Îranê de şer derdikeve. Di vê hadîseyê de gelek ji wan şehîd dibin. Şêx Selaheddîn Efendî û hevalên wî davêjine hebsê. Di hebsê de rojên pir zehmet diborînin. Ji eşîrekê hinek kes aliyê wan dikin û bi rêyekê derbasî Iraqê dibin.
Serokê Iraqê Nûrî Seîd Paşa yê esilkurd îzna niştecîbûnê dide wan. Şêx Selaheddîn, bi arîkariya wî Mekteba Herbiye ya Bexdayê dixwîne û ta rutbeya serpeliyê (yüzbaşı) bilind dibe.

Meqamên resmî yên Tirkiyê di salên 1930î de efûya wî derdixin û dixwazin vegere. Lêbelê gava ku Şêx Selaheddîn Efendî û kesên bi wî re vedigerin, wî hebis dikin 12 salan cezayê giran didinê; 7 salên xwe di hepsê de derbas dike.

Piştî îdama Şêx Seîd Efendî û hevalên wî, kengî li Tirkiyê qeyranek siyasî çêbûye her tim malbata Şêx Seîd Efendî nesîbê xwe jê girtiye. Ew bi xwe îdam bûye; ji pênc birayên wî Şêx Behaeddîn li Xinûsê, Şêx Diyauddîn li Îranê û Şêx Ebdurrehîm jî li Bismilê şehîd ketine.

Ev malbat sê caran sirgûn bûye. Şêx Selaheddîn Efendî jî ji van her sê sirgûnan para xwe digre. Sirgûna yekê piştî serhildanê di navbera salên 1925-1928an de ye. Sirgûna duyem li gor Qanûna Îskana Mecbûrî, di sala 1934an de malbat tev sirgûnî gundên Midye û Sergenê ku li ser navçeya Wîzeya Kırklareliyê ne dibe; ev der sînorê Bulxaristanê ye. Ev sirgûn jî heta sala 1947an dewam dike. Wexta piştî 13 salan vedigerin welatê xwe dewletê dest daye ser mal û milkên wan û tu carî li wan îade nekiriye. Sirgûna dawîn sala 1960an e; mêrên malbata Şêx Seîd Efendî tev sirgûnî Sîwasê dibin.

Dema sala 1947an ji Trakyayê vegeriyane li Xinûsê bi cih bûne. Şêx Selaheddîn Efendî ji wan salan hetanî wefata xwe derketiye îrşadê, li gund û bajaran teblîxa Îslamê kiriye. Bi navê “Bey'atname”yê bi zaravê Dimilî (Zazakî) kitêbek piçûk nivîsiye. Ev kitêbok di sala 1977an de çap kiriye û bi veşartî di nava murîdên xwe yên Dimilî de belav kiriye.
Şêx Selaheddîn Efendî 14ê Îlona sala 1979an, roja înê li gundekî Tekmana Erzurûmê wefat kiriye. Roja din bi beşdariya hezaran kesan, li Paloyê di mizgefta kalê xwe de hatiye definkirin.

Şêx Selaheddîn Efendî bi keça Şêx Behaeddîn Efendî Fewziyeyê re zewiciye. Bi navê Muhemmed Seîd û Muhemmed Siddîq du kurên wî hene.
Berhemên wî ev in:
-Rêya Xelasiyê (Kurmancî).
-Bey‘etname (Dimilî/Zazakî)

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat